Li Idlibê leşkerek Tirk hate kuştin

SOHR destnîşan kir ku di encama teqîna li gundewarê Cisir Şixûr li Idlibê de rû daye leşkerek Tirk û esferek birîndar bûn. Rewşa yekî ji wan xeter e.

SOHR got li dora rêya M4 ji aliyê herêma Xesaniyê ve li gundewarê Cisir Şixûr erebeyên girêdayî hêzên Tirkiyê hatin hedefgirtin û teqînek mezin rû da.

Li gorî çavkaniyên SOHR di encama teqînê de leşkerek û esferek hêzên Tirkiyê birîndar bûn. Rewşa yekî ji wan xeter e. Ew bi rêya hêlîkopteran rakirin nexweşxaneyên Tirkiyê yên li herêma Reyhaniyê.

Li aliyek din Rûsya Todayê got leşkerek Tirk îro di encama teqînekê de li nêzî rêya M4 li gundewarê Idlibê li bakur rojavayê Sûriyê hatiye kuştin.

(şx)hawarnews