Vê sibehê şandeyek ji ENKS’ê bi rêya dergeha Sêmalka berê xwe da Başûrê Kurdistanê.
Şandeya ku di dergeha Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bûye, ji berpirsê rêveber ê buroya rêveber a PDK-Sûriyê Mihemed Îsmaîl, endama Desteya Serokatiyê ya meclisê Fesla Yûsiv, sekreterê Partiya Wekheviyê ya Demokratîk a Kurdî Neimet Dawûd, sekreterê Partiya Islah a Kurd li Sûriyê Feysel Yûsiv û sekreterê Partiya Yekitî ya Kurdistanê-Sûriyê Silêman Oso pêk tê.
Endamên şandeyê bersiva pirsên nûçegihanên ANHA’yê der barê vê serdanê de neda.
hawar news